Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e 2021-04-12 13:52:11   NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadîne Menza, diyar kir ku dema nasîna welatê wê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye û got ku ev ji bo çareseriya qrîza Sûriyeyê pêwistî ye.    Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadîne Maenza, ji bo ku rêzehevdîtinên bi rayedarên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li herêmê re berdewam bike, beriya çend rojan hat serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Nadîne Maenza, têkildarî serdana xwe ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) axivî û nêrînên xwe yên pêşeroja Sûriyeyê parve kirin.    Maenza, diyar kir armanca wan a bingehîn xurtkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: “Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye.  Wê ev nasîn ji bo çareseriya qrîza Sûriyeyê baş be. Ez di baweriyê de me ku hemû kesên Qesra Spî wê Rêveberiya Xweser nas bikin. Bawer nakim polîtîkaya Amerîkayê ya Sûriyeyê ji aliyê gelek rêveberiyan ve biguhere. Ji ber vê dema nasîna rêveberiyê hatiye. Lewre heke Rêveberiya Xweser bi hêz bibe wê feyda wê ji bo Amerîkayê jî hebe.”