Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê 2021-04-12 14:13:20 ÊLIH - Baroya Êlihê Komcivîna Asayî ya 16'emîn li dar xist û parêzer Erkan Şenses ji bo serokatiya baroyê hat bijartin.    Baroya Êlihê Komcivîna Asayî ya 16'emîn li dar xist. Ji bo serokatiya baroyê sê namzet ketin pêşbaziyê. Namzet parêzer Erkan Şenses, Ferhat Ozdemîr û Mahmût Tanriseven ketin pêşbaziyê. Komcivînê du rojan dewam kir û derbarê xebatên baroyê de axaftin hatin kirin. Roja yekşemê endamên baroyê çûn ser sindoqan û dengên xwe bikar anîn.    496 endamên Baroya Êlihê hene. Di hilbijartina ku 465 deng hatin bikaranîn de Erkan Şenses 204 deng wergirt, Ferhat Ozdemîr 182 deng û Mahmût Tanriseven 73 deng wergirt. Bi vî awayî Şenses bû serokê Baroya Batmanê.    Ji lîsteya Ozdemîr du kes ji bo rêveberiyê hatin bijartin û yên mayî jî ji lîsteya Şenses hatin bijartin. Lîsteya rêveberiyê wiha ye: Gulîzar Yildiz, Pinar Bûlût, Mesût Aydin, Dara Aksoy, Adil Dûman, Huseyîn Akçara, Kemal Uner, Mehmet Sabîh Ozer, Veysel Tufekçî û Abdulkadîr Aydin.