Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin 2021-04-12 14:21:22   COLEMÊRG - Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar ku girtî jê tê darizandin ji bo ku biryar bê dayîn hat taloqkirin.   Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û di 15’ê cotmeha 2019'an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemergê hat lidarxistin. Hevşaredar Yaşar, ji Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Yaşar di danişînê de amade bûn.    Yaşar parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew îdiayên derbarê xwe de qebûl nake. Parêzeran jî xwest ku muwekîla wan bê berdan. Dozgeriyê di mutalya xwe de xwest Yaşar bê cezakirin.    Dadgehê, biryara berdewamkirina girtina Yaşarê da û ji bo ku biryar bê dayîn danişîn taloqî 7’ê hezîranê kir.