Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin 2021-04-12 14:34:19   ŞIRNEX - Rêxistinên HDP'ê yên Şirnexê û navçeyan têkîldarî grevên birçîbûnê daxuyanî da û gotin: "Daxwazên girtiyan bi cih bînin."    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 138'an de didomin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Hezexê têkîldarî grevên birçîbûnê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberên rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Şirnexê û rêveberên rêxistinên navçeyan, aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, ne mirin, çareserî" hat vekirin.    'HIKUMET DI SEPANA TECRÎDÊ DE BI ISRAR E'   Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Hezexê Yasîn Oztaş ve hat xwendin. Oztaş anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li Tirkiyeyê tecrîd veguherandiye pergaleke nû û wiha got: "Yek ji van rêbazên zext û şîdetê sûcê tecrîdê ye. Tecrîd sûcek îşkencêye. ew sekinandina qanûna gerdûnî, makeqanûn e. AKP'ê bi pêkanîna tecrîdê qedexa îşkenceyê binpê kiriye û bi awayeke sîstematîk sûc kiriye. Ev ji hêla CPT’yê jî ve hatiye belgekirin. Lê li tevî van belgeyan hikûmeta AKP'ê bi pêkanîna tecrîdê de israr kiriye. Em dizanin ku ev rêbaz bi xwe re talan, şer û mêtingerî anî ye."    'DAXWAZÊN WAN BI CIH BÎNIN’    Oztaş bang li hikûmetê kir ku tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bike û û got: “Me wekî HDP'ê bi dehan caran anî ziman. Lê hikûmetê ji bo rakirina tecrîdê tu gavên girîng neavêtin. Ji her neyiniyeke ku rû bide berpirsiyar hikûmet û Wezîrê Dadê ye. Em li vir bang li hikûmetê dikin girtîyên siyasî ji bo demokratîkbûna welat û çareserkirina pirsgirika kurd tedikoşin û daxwaziyên wan jî ev in. Ji ber wê divê daxwazên wan tavilê bi cih bên. Xwedî derketina girtîyên siyasî berpirsyariyekî exleqî û wijdanî ye.”    Piştî daxuyaniyê HDP'iyan xwest ku çalakiya rûniştine pêk bînin, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li gel hemû astengiyan jî HDP'yî rûniştin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.