Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê 2021-04-12 15:36:29   ŞIRNEX - Valêzekî ku li nêzî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Netewî û Qeymeqamtiya Cizîrê hat danîn, ji aliyê tîmên îmhakirina bombeyan ve bi fûnyeyê hat teqandin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê valêzê gumanbar ên danîn nêzîkî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Netewî û Qeymeqamtiya Cizîrê bû sedema qurfê. Li ser îxbarê gelek polîs û erebeyên zirxî sewqî heremê hatin kirin. Polîsan Kolana Orhan Dogan a çûn û hatin lê zêde ye ji her du aliyan ve ji erebe û peyayan re girtin. Tîmên îmhakirina bombeyan valêz bi funyeyê teqandin. Nehat zanîn ku di nava valêz de çi heye. Derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî jî nehat dayîn.