243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-04-12 23:44:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 54 hezar û 562 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 243 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 54 hezar û 562 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 34 hezar û 182 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 903 hezar û 573.