ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-13 09:00:01 * Karkerên ku li Dîlokê ji Fabrîkeya Yasîn Kaplan bi hinceta Kod-29'ê ji kar hatin derxistin, 59 roj in li ber xwe didin.  * Mezrika Durê ya gundê Tuonekê yê Pirsûsê, ji ber ava ku bêyî cihokên hatiye berdan, di nav çiravê de maye. Gundî, ji ber qutkirina ceryanê û çiravê ji bêgavî ji gund bar kirine.    * Jinên sûriyeyî yên ducanî ku ereboka wan li nav pişta wan û di qufe an jî selikên wan de zarokên wan, li kuçe û kolanên Rihayê ji bo 15-25 TL'yan kaxez û qartonan berhev dikin.    * Şaredariya Mûşê û TOKÎ'yê di bi navê "veguherandina bajêr" de avahî xera kiribûn. Ji ber vê li Mûşê niha tenê avahiyek aydê ermeniyan maye. Şêniyê vê malê Ercan Çete, diyar kir ku ji bo xêniyê wî neyê xerakirin nobedê digire.    * Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî derbarê Kod-29'ê de tiştekî nû parve kir. Parêzer Mûrat Ozverî, diyar kir ku a hatiye kirin jî ne çare ye û ji bo çareseriyê "destûr û temînat"ê pêşniyar kir. Serokê DGD-SEN'ê Mûrat Bostanci jî destnîşan kir ku dê li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin.    * Miyaser Alagoz, di temanekî biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin. Bi zilamekî ku nizanibûye navê wî çi ye re hatiye zewicandin. Alagoz, destnîşan kir ku travmaya xwe lê girtiye demeke dirêj dewam kiriye, lewma divê zewaca di temenekî biçûk de neyê qebûlkirin.    *  AYM, îdianameya derbarê girtina HDP'ê de li dozgeriyê vegerandibû. Serokê Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsen, ji bo biryara AYM'ê destnîşan kir ku biryareke di cîh de ye û got: "Rakirina tabelaya partiyekê, nayê wateya girtina wê partiyê."    * Nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan destnîşan kirin ku Peymana Stenbolê "keleha" jina ye û bang li tevahiya civakê kirin û gotin: "Ji bo ji nû ve avakirina kelehê, divê her kes di têkoşîna de israr bike."   * Derket holê ku Saynûr Suyuncu ku jiyana xwe dest da bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye û çûye qereqolê giliyê tiyê xwe S. û R. Suyuncu kiriye.    * Emîne û Ferît Şenyaşar wê di roja 36'emîn de li ber Edliyeya Rihayê çalakiya "Nobeta Edaletê"  berdewam bikin.    * Danişîna doza Somayê ya ku bi biryara Dadgeha Bilind dîsa ji nû ve dest pê bike wê li Dadgeha Akhîsara Manîsayê were lidarxistin. (09.00)   * DÎB wê têkildarî "Konferansa Demokrasiyê" ya di meha hezîranê de were lidarxistin dê li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li Şîşliyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)     * Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya "Ji xizaniya jinan re na" wê serdana jinên roman ên muzîkjen û xebatkarên atolyeyên tekstîlan bike. (11.00-19.00)    * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li Meclîsê civîna xwe ya heftane li dar bixe. (12-45)   * Şandeya ji KCD'ê û DBP'ê pêk tê wê li Edeneyê hevdîtinên xwe yên bi gel re berdewam bike. (15.00-21.00)