Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir 2021-04-13 09:00:29 RIHA - Mezrika Durê ya gundê Tuonekê yê Pirsûsê, ji ber ava ku bêyî cihokên werin çêkirin hatiye berdan, di nav çiravê de maye. Gundî, ji ber qutkirina ceryanê û çiravê ji bêgavî ji gund bar kirine.  Mezrika Durê ya gundê Tuonekê yê Pirsûsa Rihayê, ji ber ava ku bêyî cihokên bên çêkirin hatiye berdan, di nav çiravê de maye. Gundî ji ber çiravê û ji ber nebûna ceryanê terka malên xwe kirine. Berê li mezrikê 5 malbat hebûn, lê belê niha 10 kes mane.    YEKO YEKO KOÇ DIKIN    Îbrahîn Halîl Bulbul, anî ziman ku li mezrikê 5 mal hene, lê belê ji ber nebûna ceryanê gelek kes nayên malên xwe. Bulbul, da zanîn ku deh sal berê ji ber nebûna ceryan û avê şêniyên mezrikê mala xwe birine navenda Pirsûsê û got: "Berê li vir 20 mal hebûn. Lê ji ber nebûna ceryanê, koç kirin. Ji ber ceryan tune, ava vexwarinê jî tune ye. Me gelek caran serî li saziyên eleqedar dan. Em ava vexwarinê ji bîran dikişînin. Heger ev pirsgirêk bên helkirinî dê mirov bên warê xwe."    DEDAŞÊ TEREFO RAKIR    Muslum Kiyak jî diyar kir ku heya sala 2012'an jî ceryana xwe ji ttrafoya kesekî dikişandin, lê belê piştî ku av hatiye mezrikê DEDAŞ'ê jî trafo rakiriye û ji ber vê mala xwe birine navenda Pirsûsê. Kiyak, anî ziman ku biroj tê mezrikê karê xwe dike û paşê diçe Pirsûsê û got: "Ji ber ceryan tune ye, me li navçeyê xênî kirê kiriye. Havînê ev der pir germ e, lê av bi dest me nakeve. Em avê ji malê tînin. Mirov diçin fezayê, lê ê me hîn ceryana me tune ye. Em dixwazin rê bê çêkirin, ceryan bê û ji bo avê cihok bên çêkirin. Ceryan hebe av tune ye, av hebe ceryan tune ye. Em dixwazin ev pirsgirêkên me bên çareserkirin."    ‘AVA CEMIDÎ BI DEST ME NAKEVE'    Alî Reşo ku ji ber şerê li Sûriyeyê tevî malbata xwe ji Girê Spî hatiye Pirsûsê û mala xwe biriye mezrikê, anî ziman ku 5 sal in bê ceryan in. Reşo, diyar kir ku li mezrikê li ber erdê kesekî ne û got: "Ji ber ceryanê em nikarin sarinc û cilşoyê bi kar bînin. Havînê ava cemidî bi dest me nakeve. Em nikarin tiştekî elektronîk bi kar bînin. Bi şev ev der pir tarî dibe. Em nikarin derkevin derve."    ‘EM Ê VEGERIN'    Evdî Kiyak jî anî ziman ku 8 sal berê ceryan hebû, lê ji ber ku av tune bûye mala xwe birine navenda Prsûsê û got: "Av hat û em evgeriyan gund. Lê vê carê ceryan çû. Me serî li DEDAŞ'ê da. Lê tiştek jê derneket. Em çandiniyê dikin. Lê ji ber ceryan tune ye, karê çandiniyê jî zehmet e. Niha em 10 kes li mezrikê dimînin. Ceryan bê em ê vegerin."    HINARÊN WÎ HIŞK BÛN    Kiyak, anî ziman ku ji ber Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Pirsûsê ku bêyî bê temamkirin ava wê hatiye berdan mexdûr bûne. Kiyak, destnîşan kir ku ji ber ku li deştê cihokên avê tune ne û av bê ser û ber tê, 500 darên wî yên hinaran hişk bûne. Kiyak got: "Ceryana me tune ye. Av hat, lê erdên me bûn çirav. Ji ber cihokên tehliyekirinê tune ne, cihekî ku av pê de biçe tune ye. Me bi xwe cihokek çêkir, lê bi kêr nehat. Li vê derdorê gelek erd bûne çirav."    Mehmet Kiyak jî got: "Heger cihok bihatana çêkirin, me yê karibûna çandinî bikira. Niha erdên me bûne çirav û tije kelmêş bûne. Em ji bêgavî çûn navçeyê. Heger ev pirsgirêk bên helkirin em ê vegerin gundê xwe. 4 sal in em mexdûr in. Em tim dixisirin."    MA / Bariş Polat