Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê 2021-04-13 09:00:35 AMED - AYM, îdianameya derbarê girtina HDP'ê de li dozgeriyê vegerandibû. Serokê Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsen, ji bo biryara AYM'ê destnîşan kir ku biryareke di cîh de ye û got: "Rakirina tabelaya partiyekê, nayê wateya girtina wê partiyê."  Şirîkê îqtidarê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, HDP'ê hedef girtibû û xwestibû bê girtin. Piştî vê hedefgirtinê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî derbarê HDP'ê de îdianameyek amade kiribû û ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) re şandibû. Lê belê Desteya Giştî ya AYM'ê diyar kiribû ku îdianame kêm e û li dozgeriyê vegerandibû.    Serokê Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsen, hewldanên îqtidarê yên ji bo girtina HDP'ê û biryara AYM'ê nirxand.    ‘BIRYARA AYM'Ê DI CÎ DE YE'    Ulsen got: "AYM, di îdianameyê de tespît kir ku delîlên heyî ji bo girtina partiyê qîm nakin. Dozgeriyê qet zehmet nekiriye û gotiye 'jixwe daraz a me ye, em çi bikin jî em ê xwe bigihînin encamê" û rabûye îdianameya ku berê hatiye amadekirin bêyî li ser hû bibe, şandiye. Lewma biryara AYM'ê, biryareke pir rast e û di cî de ye."    Ulsen, destnîşan kir ku îqtidar bi êrîşên li ser HDP'ê dixwaze pêşeroja xwe biparêzer û mîsoger bike û got: "Lîstikên îqtidarê yên di salên dawî de hemû derbarê HDP'ê de ne. Lê çi dike bila bike, ê ev mesele di hilbijartinê de safî bibe. Îqtidar hewl dide qanûna hilbijartinê jî biguherîne. Bi awayekî dixwaze HDP'ê derî vê lîstikê bihêle. A rast ev hemû nîşan didin ku, dixwazin pêşeroja xwe tehekûm bikin. Lê çi dibe bila bibe, em ê pirsgirêkan bînin ziman. Îqtidar ê bi xizanî û nelirêtiyê biçe. Pir aşkere ye ku dê AKP biçe. Em ê bi hilbijartinê pirsgirêka îqtidarê safî bikin."   ‘Ê RÊYEKÊ BIBÎNE'    Ulsen, destnîşan kir ku welêt hatiye asteke pir xirab û dê HDP bi vî awayî neyê girtin. Ulsen, anî ziman ku lê belê dibe ku îqtidar li ser formuline din hûr bibe û got: "Hûn bi rakirina tabeleya partiyekê, nikarin partiyekê bigirin. Hûn qedexe bikin, qedexeyan deynin, di warê aborî de astengiyan deynin jî dê partiya ku 7 milyon ray girtine, ji xwe re formulekê peyda bike. Girtina partiyê, cezakirina hilbijêra ye jî. Bêwate ye. Em bang li îqtidarê dikirin ku vegere ser gotina xwe ya 2013-2014'an ku gotibû 'girtina partiyan nayê teklîfkirin jî.' A niha tê kirin, ji bo demokrasiyê windahiyeke mezin e. Şermeke mezin e."    MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar