Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan 2021-04-13 09:08:58   NAVENDA NÛÇEYAN – Amîralên teqawît ên artêşa tirk ku ji ber danezana Montroyê îmze kiribûn hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    103 amîralên teqawît ên Artêşa Tik, di 4’ê nîsanê de, bi navê Montro danezanekê weşandibûn û rexneyan li polîtîkayên desthilata AKP’ê kiribûn. Piştî weşandinê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi sûcdariya “Lihevkirina ji bo sûcê li dijî pergala Destûra Bingehîn û ewlehiya dewletê” li dijî amîralan lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî lêpirsînê polisan ji 103’ê amîralan 10 ji wan binçav kiribûn. Her deh amiralên ku sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî û dernekevin derveyî bajar hatin berdan. Ji bo amîral Ergûn Mengî bi biryara derneketina derveyî bajar re biryara dernekeve derveyî welat jî hat dayîn.