Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir 2021-04-13 10:14:12   ENQERE - Kurê Omer Farûk Gergerlîoglû, Salîh Gergerlîoglû ji ber ku helwesta xemsar a CHP’ê ya derbarê bavê xwe de rexne kir û got: “Divê êdî dev ji karên biçûk ên siyasî berdin û em di daxwaza edalet û aştiyê de bicivin.”    Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî piştî parlamenteriya wî hat betalkirin, hat girtin û niha di Girtîgeha Sîncana Enqereyê de ye. Kurê Gergerlîoglû, Salîh Gergerlîoglû di 9’ê nîsanê de li girtîgehê serdana bavê xwe kir.    Salîh Gergerlîoglû qala serdana bavê xwe ji ajansa me re kir. Gergerlîoglû diyar kir ku bavê wî ji ber şewba koronayê 14 rojan wê di hucreya yek kesî de bimîne û tenduristî û moralê bavê wî baş bûye.    NOBETA EDALETÊ LI GIRTÎGEHÊ DIDOMÎNE    Gergerlîoglû destnîşan kir ku bavê wî “Nobeta Edaletê” ya li Meclîsê da destpêkirin û li Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam kir niha jî li girtîgehê berdewam dike û got: “Bavê min wê di her şert û merci de Nobeta Edaletê berdewam bike. Wê daxwaza wî ya edaletê qet bi dawî nebe.”    Salîh Gergerlîoglû wiha got: “Wê qet nikaribin daxwaza edaletê ya gel bêdeng bikin. Ew li hundir be jî li derve be jî wê nobeta edaletê bidomîne. Xebatên edaletê yên bavê min li girtîgehê jî hene. Ez ê jî li derve ji bo bavê xwe bibim alîkar. Pilanek me ya ku ez ê weşanên medya civakî ya bavê xwe bidomînim heye. Em ê bi piştgiriya parêzvanên mafê mirovan û aktîvîstan nobetê bidomînin. Em hewl didin ku têkoşîna xwe mezin bikin.”    ‘RAYEDARÊN DEWLETÊ CIVAKÊ NAS NAKIN’    Gergerlîoglû destnîşan kir ku berê jî parlamenteriya parlamenteran hat betalkirin, partiyên siyasî hatin girtin lê belê dewletê bi ser neket û wiha got: “Bi milyonan mirov dengê xwe didin HDP’ê. Ev dewlet û kesên wê bi rê ve dibin civakê nas nakin. Ji daxwaz û pêşniyazên mirovên bajarên herêmê fêm nakin. Partiya van însanan nas nakin. HDP li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka kur dli Meclîsê ye. Îqtidar hurmetê nîşanî îradeya bi milyonan însan nade. Hûn çawa wekîlên ku gel wan bijartiye diavêjin zindanê? Ev îqtidar hurmetê nîşanî gelê kurd û tirk nade. 40 sal in têkoşînek heye. Çiqas êriş bikin jî tu wateya wê nîne.”    CHP’Ê REXNE DIKE    Gergerlîoglû anî ziman ku muxalefet li hember tiştên diqewimin bêbandor dimîne û wiha axivî: “Wexta ku parlamenteriya bavê min hat betalkirin, tenê partiya wî HDP li cem wî sekinî. Muxalafete sereke helwestek cidî nîşan neda. Bavê min bi xwe jî piştgiriyê da Meşa Edaletê ya CHP’ê. Her tim li dijî neheqiya ku li Enîs Berberoglû hat kirin sekinî. Heke ku îro CHP piştgiriyê nede bavê min neheq e. Divê her kes di vê mijarê de bertek nîşanî bêhiqûqiyê bide. Divê em dev ji karên biçûk ên siyasî berdin û di daxwaza edalet û aştiyê de werin cem hev.”    MA / Hakan Yalçin