4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin 2021-04-13 10:53:39   MEREŞ - Li navçeya Pazarcixê 4 kesên ku îstîsmarî N.A. ya 12 salî kirin hatin girtin û derbarê kesekî de jî biryara girtinê heye.    Li navçeya Pazarcixa Mereşê N.A. ya 12 salî ji xizmekî xwe re got 5 kesan bi şantajê ew îstîsmar kirin e. Piştî ku xizmê wê polîs agahdar kirin, polîsan N.A’ya 12 salî bir Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û li gel pedagog îfadeya wê girtin. N.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku bi şantajê hatiye îstîsmarkirin.   Piştî îfadeya N.A., polîsan 4 kesan têkilî bûyerê bûne binçav kirin. Piştî ku li miduriyeta polîsan îfadeyên wan hatin wergirtin her çar kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê her çar kesên gumanbar girtin. Walitiya Mereşê ya ku derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û got derbarê gumanbarekî de jî biryara girtinê heye.