Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê 2021-04-13 11:19:48 EDENE – Selamî Keleş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Duzceyê girtî ye, ji malbata xwe re ragihand ji berk u li dijî tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê li 15 girtiyan cezayê hucreyê hatiye birîn. Girtiyê bi nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Duzceyê girtî ye, di axaftina xwe ya heftane ya telefonê de ji malbata xwe re binpêkirinên ku li girtîgehê pek tên ragihand. Keleş, ragihand ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehê didome û rêveberiya girtîgehê vîtamîna pêwîst nade girtiyên di grevê de ne.    Keleş, da zanîn ku têkildarî armanca grevê daxwaznameyekê dane rêveberiya girtîgehê û ji ber vê derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. Keleş, gotiye ku ji ber gotina “Birêz Abdullah Ocalan” a di daxwaznameya wan de li 15 girtiyan 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn. Keleş, herî dawî ji malbata xwe re ragihandiye ku dema jimartinê gardiyan li deriyan didin û helw didin provakasyonan derbixin zexta derûnî li wan dikin.