Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan 2021-04-13 11:31:38   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin careke din serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Serdozgeriya Komarê ji ber “Nexşerêya” Ocalan di 23’ê îlona 2020’an de cezayê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê sepandibû. Ev qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya lê hêj heta niha ne erênî û ne jî neyînî bersiva parêzeran nehatiye dayîn.    Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’yê gulana 2019’an, 12-18’ê hezîrana 2019’an û 7’ê tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn.    HEVDÎTIN DI NÎVÎ DE QÛT BÛ   Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.   Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.