Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin 2021-04-13 12:38:32   ŞIRNEX – Bi hinceta daxuyaniyên wî yên têkildarî qedexeyên derketina derve derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin. Dozger, rojnameya Evrenselê û Bîanetê jî weke weşanên “nêzî rêxistinê” û “qaşo saziya weşanê” bi nav kir.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser “gotinên şahidên nepen” ên di cotmeha 2020’an de derbarê 151 kesan de dozname amade kir. Di van 151 kesan de rojnameger Cîhan Olmez jî heye. Dozgerî, di doznameyê de daxuyaniyên ku Olmez dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê ya Şirnaxê yên di salên 2015-16’an de daye saziyên çapameniyê û li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye, kirine mijara sûc û bi angaşta “propagandaya rêxistinê” doz li Olmez vekiriye. 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doznameya ku derbarê Olmez hatiye amadekirin qebûl kir.    ‘HÊ JÎ HEMAN ŞERT DERBASDAR IN’   Dozgerî, ji ber weşandina nêrînên rojnameger Olmez rojnameya Evrenselê û Bîanetê jî weke weşanên “nêzî rêxistinê” û “qaşo saziya weşanê” bi nav kiriye û xwestiye ji ber van nêrinên xwe Olmez bê cezakirin. Olmez, têkildarî doza ku lê hatiye vekirin axivî û ev tişt got: “Şertên ku min di daxuyaniyên xwe de dane hê jî derbasdar in. Desthilat kesên ku propagandaya wan nakin terorîze dike. Daraz jî di çarçoveyê de tevdigere. Dema qedexeyên derketina derve gelek sûc hatin kirin. Heta niha darazê ji bo vê gavek jî mavêtiye. Doznameya ku hatiye amadekirin bi tevahî alîgire û ji hiqûqê dûr e. Em vê jî ji pênasekirinên derbarê Evrensel û Bîanetê fêm dikin.”   Wê danişîna dozê di 13’ê tîrmehê de bê dîtin.