DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da 2021-04-13 12:38:56   ENQERE - DMME’yê derbarê rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan de biryara binpêkirina maf da û xwest 16 hezar Euro tazmînata manevî ji bo Altan were razandin.    Dadeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê nivîskar-rojnamevan Ahmet Altan ê girtî de biryar da. DMME’yê diyar kir ku mafên Altan ên wek “emniyet û ewlehî”, “darizandina adilane” û “azadiya derbirî” ku bi Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) hildane bin mîsogeriyê hatine binpêkirin.    DMME’yê da zanîn ku Altan ne ji ber sedemek siyasî girtî ne û tê darizandin û nivîs û derbirînên wî nabin sûc. DMME’yê xwest Tirkiye 16 hezar Euro tazmînata manevî ji bo Altan razîne.