Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin 2021-04-13 13:30:03   AMED - Danişîna doza 36 siyasetmedarên kurd ku di nav de parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel û Pero Dundar jî hene û ji doza sereke ya KCK'ê tên darizandin li Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Dadger danişîna dozê dîsa taloq kir.    Ji doza Sereke ya KCK'ê 154 siyasetmedar dihatin darizandin. Dadgeha Bilind, di elehê 36 siyasetmedarên kurd ku di nav de parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Tayip Temel jî hene doz xerakiribû. Dadgehê cezayê 118 siyasetmedaran jî erê kiribû. Danişîna doza 36 siyasetmedarên kurd ku wekilên HDP'ê Tayîp Temel û Pero Dundar jî di nav de hene li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Di danişîna dozê de parlamenterên HDP'ê Dundar û Temel amade nebûn. Siyasetmedar Veysi Akar, Alî Oruç, Fethî Suvarî bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn. Piştî parêzeran parastin kirin, heyeta dadgehê nirxandin kir û doz taloqî 21'ê îlonê kir.