Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn 2021-04-13 14:03:43   MANÎSA - Danişîna doza kuştina 301 karkerên kana komirê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhîsarê pêk hat. Di danişînê de bersûc û parêzerên bersûcan amade nebûn. Malbatên mexdûran bertek nîşan dan û gotin: "Zarokên me ketin bin axê wîcdanê we rehet e?"    Di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Soma ya Manîsayê kana komirê hilweşiya bû. Di kanê de 301 karkerên komirê jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîna doza kuştina 301 karkerên kana komirê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhîsarê pêk hat. Di danişîna doza ku bersûc Can Güukan, Efkan Kurt, Adem Ormanoglu û Haluk Evinç tên darizandin de, bersûc û parêzerên bersûcan li salonê amade nebûn. Bersûc û parêzerên wan li bajarên xwe bi pergala SEGBÎS'ê tev danişînê bûn. Malbat û parêzerên mexdûran li salonê amade bûn.    Parêzerên mexdûran bertek nîşanî tevlêbûna bersûc û parêzerên wan ên bi SEGBİS'ê tev li danişînê bûn dan û gotin; "Darizandina bê bersûc nabe. Em dixwazin ev ye ji nûve li ber çavan bê girtin û bersûc û parêzerên wan li salonê amade bibin.    Dema bersûc Can Gurkan li 15'emin Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê bi SEGBÎS'ê beşdar bû, malbata mexdûran bertek nîşan dan. Malbatan xwest bersûcan bînin salona dadgehê û gotin: "Em ji we bi guman in ku hûn ne alî ne. Zarokên me ketin bin axê. Gelo wîcdanê re rehet e."    Malbatek din jî bertek nîşan da û got "Ez bi vî halê xwe hatim danişînê. Kujerên 301 karkeran jî dikaribûn bihatina danişîna dozê."    'EM SERÎ NATEWÎNIN'    Parêzerê malbatên mexdûr Can Atalay jî bertek nîşanî helwesta heyeta dadgehê da û got: "Ev dosya bê qîmet e. Tu qîmeta wê tune. Em li hemberî vê dosya bê qîmet serî natewînin."    Parêzerê malbatan Evren İşler jî bertek nîşanî tevpêbûna bersûcan a bi SEGBÎS'ê da û got: "Ne ku me berîya Can Gurkan kiriye. Ji bo darizandinek bi edalet em dixwazin ew jî li danişînê be."    ATABEY: DÊ MIRÎ HESAB BIPIRSIN   Parêzer Hatîce Aslan Atabay jî anî ziman ku Serokê Komeleya Hiqûqvanên Hemdem Selçuk Kozagaçlî ku parêzerê malbatan e, girtî ye û wiha got: "Niha Prz. Selçuk Kozagaçli tune. Girtî ye. Di vê danişînê de dê mirî hesab bipirsin.    Danişîna dozê didome.