8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê 2021-04-13 14:33:44   WAN - Li navçeya Qelqeliyê ji ber testên vîrûsa coronayê ya xwendekar û mamosteyên li 8 dibistanan pozîtîf derket, hefteyekê navber dan perwerdehiyê.   Li navçeya Qelqelî ya Wanê 8 dibistan ji ber vîrûsa koronayê (kovîd-19) navber da perwerdehiyê. Hat diyarkirin ku testên xwendekar û mamosteyên li Dibistana Seretayî ya Yavûzlar, Lîseya Îmam Xatîp a Anadolû ya Keçan, Dibistana Seretayî ya Sagmali, Lîseya Îmam Xatîp a Anadolû ya Seîd Nûrsî ya Sagmali, Dibistana Navîn a Îmam Xatîp ya Seîd Nûrsî ya Sagmali, Lîseya Anadolû ya Sagmali, Dibistana Seretayî û Navîn a Karasû û Dibistana Seretayî û Navîn a Mehmet Akîf Ersoy ên kovîd-19’ê pozîtîf derketine.