Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye 2021-04-13 15:26:19   STENBOL – Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî, di civîna DÎB’ê ya têkildarî konferansa ku wê di hezÎranê de li dar bixe de axivî û diyar kir ku demokratîkbûn ji bo Tirkiyeyê pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye. Siyasetmedar Ahmet Turk jî got ku heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe.   Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî konferansa ku wê bi dûrişmeya “Nan, edalet û azadî” di meha hezîranê de li dar bixe, civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên DÎB’ê Nesteren Davûtoglû û Ayşegul Devecîoglû, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercumet Akdenîz û gelek rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî civîna ku li Eywana Konferansê ya Abîdîn Dîno ya Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê hat lidarxistin, bûn.    BEDŞARÎN ONLINE   Siyasetmedar Ahmet Turk, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê Necla Kûrûl, Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleyên Elewiyan Celal Firat, Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onûr û Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî jî weke axaftvan bi awayekî online tevlî civînê bûn.    ‘DENGÊ EDALETÊ BILIND DIBE’   Axaftina vekirinê ya civînê Nesteren Davûtoglû kir û da zanîn ku di rojên reş re derbas dibin û bi birçîbûn, xizanî û şewbê rê rû bi rû dijîn û wiha got: “Li her dera Tirkiyeyê dengê, nan, edalet û azadiyê bilind dibe. Em hewl didin ku gelek kes tevlî konferansa me ya meha hezîranê bibin.” Ayşegûl Devecîoglû jî destnîşan kir ku herkes li ber xwe dide û bêdeng nabe û banga yekkirina dengên ku bilind dibin kir.    TURK: HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE…   Di civînê de Siyasetmedar Ahmet Turk û Tarik Ziya Ekîncî jî axivîn û peyamên girîng dan. Ahmet Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Lê heke demokrasi nebe pirsgirêkên jin, ciwan û bêkarî çareser nabin. Rêya xelasiya ji vê desthilatê xebata lihevkirî ya me ye. Heke em Tirkiyeyeke demokratîk bixwazin divê em rêya hatina gel hev a nirxên hevpar bibînin. Yekitiyeke ku kurd, jin, karkeran bihewîne nava xwe pêwîst e. Ji bo qanihkirina civak û siyasete berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe. Em dikarin li ser nirxên demokratîk ên hevpar bên gel hev û demokrasiyê ava bikin.”   DEMOKRASÎ Û AŞTÎ   Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî jî destnîşan kir ku di şertên îro de ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûn pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye û ev tişt anî ziman: “Sedema bingehîn a pirsgirêkên îro tunebûna demokrasiye ye. Pergala yekzilamî ku di sala 2016’an de hat avakirin rewşê xetertir kiriye. Hatiye wê astê ku ji piraniya gelê me tirê qê ku bi pergala parlamenteriyê dê her tişt sererast bibe. Guhertina pergala Erdogan gaveke pêşde çûyînê ye lê ne derbasbûna demokrasiyê ye. Aştî û demokrasi yekpare ne. Li welatekî dema ku aştî tunebe demokrasi jî tuneye. Li Tirkiyeyê kirdeya demokrasiyê Pirsgirêka Kurd e. Ev daxwaza kurdan a demokrasiye ye. Heke kurd mafê xwe yê perwerdeyê bi dest nexin û bi awayekî azad bi kar neynin li Tirkiyeyê avakirina demokrasiye ne pêkan e. Beriya her tiştî divê li Tirkiyeyê ji bo Pirsgirêka Kurd têkoşîn bê dayîn. Kesekî vê red bike ne pêkan e bibe demokrat.”   Piştî axaftinan civîn bi dawî bûn.