77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin 2021-04-13 16:13:43   NAVENDA NÛÇEYÊ - Ji rojnamevan Qehreman Şûkrî yê 23 salî ku asayîşa PDK’ê di 27’ê çileyê de binçavkiribû 77 roj in agahî nayê girtin.   Asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li bajarê Dihokê yê Herema Kurdistana Federal di 27’ê çileye de bi ser mala rojnamevan Qehreman Şûkrî de girtibû û wî binçav kiribûn. Li gel hemû hewldanên malbata Qehreman jî 77 roj in tu agahî jê nayê girtin. Rayedar hinceta binçavkirin û cihê rojnamevan Şukrî lê tê girtin red dikin. Tevî malbat gelek caran çûn Asayîşa Şêladizê jî lê tu agahiyek derbarê Qehreman de nehate parvekirin. Ne cihê binçavkirina Qehreman tê zanîn, ne jî sedema binçavkirina wî tê zanîn.   BINÇAVKIRINA SÊYEMÎN   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin rojnameger Qehreman beriya niha jî du caran hatiye binçavkirin. Cara ewil di 26’ê çileya 2019’an de piştî şermezarkirina li dijî baregeha eskerî ya Tirkiyeyê de hatibû binçavkirin û piştî 22 rojan hatibû berdan. Qehreman, di 27’ê Hezîranê de jî cara duyemîn hatibû binçavkirin. Piştî ku li mala xwe ya li Gundê Sîda yê girêdayî Şeladizê bi serdegirtina malê hat binçavkirin, piştî 98 rojan bi kefaletê hat berdan. Serdegirtina Hezîranê piştî êrişa bomberandina gundê Sîda ya Tirkiyeyê pêk hatibû. Di vê bomberanê de 5 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû.