Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye 2021-04-13 16:14:31   STENBOL - Çalakiya nobetê ya li dijî şermezarkirina rektorê qeyûm di roja 100’emîn de didome. Hîndekar û xwendekaran li dijî tayînkirina qeyûman banga yekitiyê kirin û diyar kirin ku wê têkoşîna wan bidome.   Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê ji aliyê Serokkomarê AKP’î Erdogan ve tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin di roja 100’emîn de didome. Hîndekarên ku li Qada Kampusa Başûr hatin gelhev, careke din pişta xwe dane avahiya rektoriyê û têkildarî roja 100’emîn daxuyanî dan. Xwendekar jî tevlî daxuyaniyê bûn.   WÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN   Hindekarê Endezyariya Endûstriyê Kûban Altinel, diyar kir ku mezûn û çapemenî negirtin hûndirê zanîngehê lê polîs bi çekên giran li zanîngehê digerin. Altinel, da zanîn ku tayînkirina rektorê qeyûm ne pêkanîneke demokratîk e û anî ziman ku ev pêkanîn zanîngeh taxrîb kiriye. Altinel, bi bîr xist ku di pêvajoya şermezarkirinan de bi sedan xwendekar hatin binçavkirin û bi dehan jî hatine girtin û destnîşan kir ku li gel hemû îtîrazan jî rektorê zanîngehê hilbijartî hêj ne hatiye tayînkirin. Altinel, diyar kir ku li dijî hemû bêhiqûqiyan wê têkoşîna xwe bidomînin û bang kir ku li dijî tayînkirina qeyûman bibin yek.