Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş 2021-04-13 16:26:05   ENQERE - DMME’yê ji bo serlêdana Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ku xwestine xebatên civakî bikin bi yekdengî ku nayê qebûlkirin dîtiye.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hêceta “Daxwaza bi 9 girtiyên din ên li girtîgehê re ku xebata civakî bikin bêhêcet hatiye redkirin” serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê biryara ji bo serlêdana Demîrtaş da. DMME’yê serlêdanê nirxand û bi hêceta ku ji palpiştek vekirî bêpar e serlêdana Demîrtaş bi yekdengî red kir.