ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-14 09:00:17 * Li Amedê 2 sal berê polîsan Recep Hantaş kuştibûn. Lêpirsîna derbarê kuştina Hantaş de hîn jî wekî xwe yê berê ye. Bira Efe Hantaş, anî ziman ku dê dev ji vê dozê bernedin û heya dawî bişopînin.  * Parêzerê malbata Şenyaşarê endamê OHD'ê Bulent Dûran, derbarê dozê de agahiyên girîng parve kirin. Dûran, anî ziman ku di dîmenan de kifş bûye ku ya bûyer daye destpêkirin malbata Yildiz e, Fadil Şenyaşar mafê xwe yê xweparastinê bi kar aniye û ferdên malbata Yildizê jî bi qesda kuştinê çek şixulandine. Dûran, bilêv kir ku di dosyeyê de 5 guleyên ku ferdên malbata Yildizê bera gûzeka Adil Şenyaşar dane jî hatine paşguhkirin.    * Yek ji avakarên VAKAD'ê Zozan Ozgokçe, diyar kir ku biryara fesixkirina Peymana Stenbolê mêrên tahdeyê li jinan dikin bi hêz û quwet dike û jinên serî li midûriyetên polîsan û qereqolan didin ji wan re tê gotin "êdî biryara dûrxistinê tune ye" û bêyî tevdîrek bê girtin wan dişînin malê.    * Qeyûmê nû yê Şaredaiya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, nasên xwe ji Edene, Mereş û Stenbolê anîne û li şaredariyê bi cih kirine. Li gel vana ji midûriyeta polîsan a bajêr û miftîtiyê jî hin kes anîne û şaredariyê bi van kesan bi rê ve dibe.    * Bayiyê Wanê yê TUMOSAN'ê Siddik Koç, anî ziman ku Fûara Çandinî, Sewalvanî û Zexîre ya Rojhilatê Anatolyayê bi kêrî cotkar û hillberîneran nehatiye û got: "Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?"    * Şaredariya Sêwregê, li herêma Qerejdaxê çopên 35 taxan berhev nake. Ji ber bêhna genî bi hezaran kes bi nexweşînê re rû bi rû mane.    * Rêvebira Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku dê biryara fesixkirina Peymana Stenbolê merciyên edlî hîn bêtir pasîf bike û bang li her kesî kir ku xwedî li peymanê derkevin.    * Çalakiya rÛniştinê ya bi daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar  di roja 37'emîn de didome.    * Danişîna sereke ya Hevserokaê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê Edliyeya Enqerê bê dîtin. (10.00)   * Wê Meclisa Jinan a HDP'ê hevdîtinên xwe yên xebata "Ji xizaniya jinê re na" li Îzmîrê bidomîne. (11.00-17.00)   * Wê danişîna doza ku li nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan hatibû vekirin dê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Edîrneyê bê dîtin. (11.50)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê, wê bi tevlîbûna rêxistinên sivîl li Parqa Koşûyolûyê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan daxuyanî bide. (12.00)   * Koma Kampanya Em Dev ji Peymana Stenbolê Bernedadin a Îzmîrê, li dijî vekişandina ji peymanê dê dest bi nobetê bike. (16.00)