'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye 2021-04-14 09:00:58 ŞIRNEX - Nûnerê Komeleya Nivîskarê Mezopotamyayê ya Şirnexê nivîskar Bahadîn Rubar derbarê kampanya "Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerdehiyê û fermî" de axivî û got: "Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê herkes di nav hewlêdanê de be."  Di 21'ê Sibatê de Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, Komîsyona 21'ê Sibatê ava kiribûn. Pişt re di bin banê Komîsyonê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Kampanyaya ku du meh e bênavber didome heta niha bi hezaran îmze hatin komkirin. Endam û Nûnerê Komeleya Nivîskarê Mezopotamyayê ya Şirnexê nivîskar Bahadîn Rubar têkîldarî kampanyayê axivî.     'BI MALBAT Û DERDORA XWE BIDIN ÎMZEKIRIN'    Bahadîn Rubar bal kişand ser girîngiya ziman û da zanîn ku ji bo ku kampanya bigihîje armanca xwe pêdivî bi zêdetirîn xwedî derketinê heye û wiha axivî: "Di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo fermîkirin û serbetskirina zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê de, kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de gelek sazî û dezgehên kurdî yên weke saziyên nivîskar û wêjekarên kurd piştgirî dan vê kampanyayê. Me kampanya li ser tora civakî da destpêkirin. Bi rastî jî derfetên ku em bikaribîn malan û kolanan bigerin û li sukan û meydanan standa bidin vekirin jî tune ne. Heq û hiqûq hebe em dikarin bikin. Lê belê destûr nadin. Em tenê li ser medyaya civakî vê kampanyayê didin meşandin. Ji 21'ê Sibatê heta roja îro 25 hezar li ser tora civakî îmze hatin komkirin. Li gelek deveran jî rûbirû îmze hatin komkirin. Mixabin ji bo 50'î mîlyon kurd 25 hezar îmze gelek kêm e. Lewra em weke sazî û dezgeh û kesên zimanhez bangawaziya xwe li hemû gelê xwe dikin, bila piştgiriyê bidin vê kampanyayê û xwedî lê derbikevin. Bila her kes bi malbata xwe û derdora xwe bidin îmzekirin."   'ZIMANÊ KURDÎ ZIMANEK QEDÎM E'    Rubar di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo fermîbûna zimanê kurdî divê her kes di nav hewledanê de be û wiha got: "Ji ber ku zimanê Kurdî pêşeroja me ye û pêşeroja zarokên me ye û çand û dîroka me ye. Divê em her kurdek bi vê hesasiyetê û hişmendiyê nêzî zimanê xwe bibîn û tenê bi axaftina rojane sînordar nemînin. Divê zimanê me teqez û teqez ji hêla dewletên serdest û Netewên Yekbûyî ve weke zimaneke fermî bê qebûlkirin ku ne zimaneke çend peyvan û çend kes biaxivin be. Zimaneke qedîme û li cîhanê tê nasîn. Zimanê Aryen ji dema neolotîkê û heta niha li ser heman çandê heta roja me ya îro hatiye. Divê hemû kes û civak, rayeder û sazî û dezgehên kurd û bi taybetî ji UNESCO dest biavêjin vê birînê. Û divê vê birîna kurdan a ji bo ziman were dermankirin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî."   'EM LI BENDA BI MÎLYONAN ÎMZE NE'    Rubar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku armanca wan bi mîlyonan îmze ne û got: "Bêgûman armanca me zêde ye. Lê em vê jî dibînin ku her kes di hêla medyaya civakî de ne xwedî heman derfet in. Hem jî em nikarin xwe bigihînin her kesî. Lewra tenê pirsgirîka zimanê kurdî, ne tenê pirsgirîka Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çandê ye. Ev pirsgirêk a tevahiya kurdan e. Ferqa partî û bîrdozî, ol û baweriyan nîne. Her kesê ku dibêje ez kurd im divê piştgiri bide ku em bikaribin bi mîlyonan îmzeyan kom bikin. Demên berê bi mîlyonan kesan piştgiriya kampanyayê bi vî rengî kirine. Lê di şert û mercên îro de ji yê wê çaxê dijwartir in. Lewra divê êdî siyaseta me jî û civaka me jî xwe weke ferdeke Platforma Zimanê Kurdî û aktivîstê zimanê kurdî bibîne û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê bi tevgertir bin. Em bendawarin ku bi mîlyonan îmze werin komkirin."    MA / Zeynep Dûrgût