Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir 2021-04-14 09:01:00 AMED - Li Amedê 2 sal berê polîsan Recep Hantaş kuştibûn. Lêpirsîna derbarê kuştina Hantaş de hîn jî wekî xwe yê berê ye. Bira Efe Hantaş, anî ziman ku dê dev ji vê dozê bernedin û heya dawî bişopînin.  Di 14'ê Nîsana 2019'an de li Sumerpark a Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, polîsan bera Recep Hantaşê 20 salî dabû û ew kuştibûn. Polîsê bi navê K.B. ji ber kuştina Hantaş hatibû girtin, lê belê piştî 40 rojî hatibû berdan. Di dîmenên cihê bûyerê de bi awayekî aşkere xuya kiribû ku 5 polîsan çek teqandine û di rapora otopsiyê de jî kifş bûbû ku du gule li Hantaş ketine; ji van guleyan yek jê li hêla rastê ya paşstû ketiye û d çavê wî yê rastê re derketiye û guleya din jî li çoka wî ya rastê ketiye. Walîtiya Amedê wê çaxê derpêş kiribû ku polîsan Hantaş hişyar kiriye lê belê Hantaş guh li îxtara polîsan nekiriye û bi vî awayî xwestibû Hantaş krîmînalîze bike.      ÎHD: ÎNFAZA BÊ DARAZ    ÎHD'a Şaxa Amedê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku li gor agahî û delîlên bi dest ketine, Recep Hantaş bi awayekî bê daraz hatiye înfazkirin.    DEWRÎ CENDIRMEYAN KIRIN    Parêzerê malbata Hantaş Parêzer Mehmet Oner jî ji bo ku polîs delîlan winda nekin, daxwaz kiribû ku lêpirsîna derbarê bûyerê dewrî cendirmeyan bê kirin. Dozgeriyê jî daxwaza Oner qebûl kiribû û dosye dewrî Fermandariya Cendirmeyan a Amedê hatibû kirin.    Her wiha Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî di 11'ê Hezîrana 2019'an de dîmenên derbarê kuştina Hantaş de weşandibûn. Di dîmenên hatibûn weşandin de dihat dîtin ku polîs bera Hantaş didin û Hantaş di nav dorpêça polîsan de dikeve erdê û polîs K.B. bi çekeke lûledirêj bera Hantaş dide û Hantaş piştî 3 gavan dikeve erdê.    KEKÊ WÎ JÎ HAT KUŞTIN    Birayê Hantaş Mûrat Hantaşê 29 salî jî piştî kuştina wî bi 14 mehan bi êrîşekê re rû bi rû mabû û di 10'ê Hezîrana 2020'an de li nêzî Sumerparkê gava xurde berhev dikirin, bi êrîşa kesê bi navê Ûgûr Kûşkanat re rû bi rû mabû û bi kêrê hatibû kuştin.    ÎDIANAME NEHAT AMADEKIRIN    Çendî ku di ser kuştina Recep Hantaş re 2 sal derbas bûne jî, heya niha îdianame nehatiye amadekirin. Birayê Hantaş Efe Hantaş, diyar kir ku dosyeya birayê wî jî dosyeyeke ji wan dosyeyên bi bêcezatiyê tên girtin.    POLÎS: BI ŞAŞÎ ÇÊBÛ    Efe Hantaş, anî ziman ku di 14'ê Nîsana 2019'an de polîsek telefonî wî kiriye û piştî vê çûye nexweşxaneyê û li wir polîsekî jê re gotiye bi şaşî bera Recep Hantaş dane. Bira Hantaş, destnîşan kir ku birayê wî belesebeb hatiye kuştin û got: "Bi şev saet di 12'an de dev ji karê xwe berdidin û ji bo bêhnvedanê tevî hevalê xwe diçe Sumerparkê. Wê kêliyê hewl daye bê malê, lê polîs wan dorpêç dikin. Polîs çawa diçin bera wan didin. Wê kêliyê hevalê wî xwe dixe bin bankê. Birayê min jî ji tirsa direve. Ji lew re berê jî gelek caran hatibû binçavkirin. Di binçavan de tahde lê kiribûn û gef lê xwaribûn. Ji ber birayê min ê din (tevli PKK'ê bûye) tim xeber jê re digotin. Digotin 'hûn terorîst in' û xeber digotin. Piştî vê birayê min ji wan ditirsiya. Her cara ku çav li wan diket direviya. Heger kesek çekê li we biteqîne, helbet hûn ê birevin."    Hantaş, diyar kir ku polîsê hatiye girtin 40 roj bi şûn de hatiye berdan. Bira Hantaş, anî ziman ku piştî kurê polîs ji ji CÎMER'ê re nivsiye û gotiye "ev hemû terorîst in" polîs hatiye berdan.    'DOZGER LI BENDA RAPORA ATK'Ê YE'    Hantaş, destnîşan kir ku li herêmê bi sedan bûyerên bi vî rengî çêdibin û got: "Du sal derbas bûn. Hê jî dadgeh çênebûye. Îdianame jî nehatiye amadekirin. Di hevdîtina me ya dawî de dozger got, li benda rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ye. Heger ATK di du salan de nikaribe hel bike, nexwe bêedaletiyek heye. Ger bixwazin dikarin di heman rojê de hel bikin. Dîmen hene, delîl hene lê bûyer nayê çareerkirin. Sedem, ji ber ku ê bera daye polîs e. Kesên van tiştan dikin pirî caran tên xelatkirin."    'Ê WE JÎ BIKUJIN'    Hantaş, destnîşan kir ku piştî kuştina birayê wî derûniya wan xirab bûye û li cihê kar karta wî ya ewlehiyê hatiye betalkirin. Hantaş, diyar kir ku piştî ku birayê wî hatiye kuştin ji ber vîdeoyeke 2012'an bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê wî de doz hatiye kirin û sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Bira Hantaş, detnîşan kir ku di warê derûnî de jî tahde li wan tê kirin û ji ber vê ji bajêr koç kirine.    'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'    Hantaş, mirina birayê xwe şiband kuştina Kemal Kûrkût, Dîlek Dogan û Tahîr Elçî ku ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin û destnîşan kir ku bi sedan dozên bi vî rengî hene ku bi awayekî bêceza tên girtin. Hantaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û diyar kir ku gava hiqûqa navxweyî bixitime dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin û dê dev ji vê dozê bernedin û heya dawiyê bişopînin.    MA / Cengîz Ozbasar- Cahît Ozbek