Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol... 2021-04-14 09:01:08 MÊRDÎN - Qeyûmê nû yê Şaredaiya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, nasên xwe ji Edene, Mereş û Stenbolê anîne û li şaredariyê bi cih kirine. Li gel vana ji midûriyeta polîsan a bajêr û miftîtiyê jî hin kes anîne û şaredariyê bi van kesan bi rê ve dibe.  Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'î kiribû. Wezaretê cara dudoyan Waliyê Mêrdînê ê berê Mûstafa Yaman tayinî şaredariyê kiribû, lê piştî ku Yaman ji walîtiyê hatibû girtin, di 11'ê Hezîrana 2020'an de Mahmût Demîrtaş bûbû waliyê bajêr û qeyûmê şaredariyê. Demîrtaş, çawa hatibû ser şaredariyê, ewilî di warê burokrasiyê de hin guherîn kiribûn. Niha jî ji derve gelek nasên xwe anîne şaredariyê. Qeyûm Walî Demîrtaş, bi nasên xwe û hin kesên midûriyeta polîsan û miftîtiyê şaredariyê bi rê ve dibe.    KOMA XWE YA EDENEYÊ ANΠ   Demîrtaş, bi xwe re Cîgirê Walî Mûrat Suzen aniye û kiriye Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin.    SEROKÊ DAÎREYÊ JI MEREŞÊ ANIYE    Demîrtaş Cebraîl Aslan jî daniye er Daîreya Karên Fenê û Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê. Demîrtaş, Aslan ji Mereşê aniye. Aslan, bi eslê xwe ji Kayseriyê ye û demekê di Şaredariya Altindag a Enqereyê ya AKP'î de xebitiye.    Her wiha Demîrtal ji Edeneyê Adil Alan jî aniye û daniye ser Daîreya Karên Tenduristiyê. Alan, Midûrê Çandinî û Daristanê yê Edeneyê bû.    QEYMEQAM KIRIYE SEROKÊ DAÎREYÊ    Demîrtaş Emre Ozturk jî kiriye Serokê Daîreya Xizmetên Civakî. Ozturk, qeymeqamê navçeya Rişmilê ye.    ZILAMEK ANÎBÛ DAÎREYA JINAN    Qeyûm Demîrtaş, Abdûrrahman Şahîn jî anîbû danîbû ser Serokatiya Daîreya Jinan û Xizmetên Malbatê. Lê piştî ku bertek hatin nîşandan, ji miftîtiya bajêr Hacîre Oncuyê anî ser daîreyê.    Qeyûm Demîrtaş, Ertan Taşdemîr jî daniye ser Daîreya Gihaniyê. Taşdemîr, li polîsê Midûriyeta Polîsan a Bajêr e.    Serokê Daîreya Îstirakan jî Şahîn Arpag e. Arpag bi nelirêtiyên kiriye tê naskirinç Berê li Zanîngeha Art»klûyê Sekreterê Giştî bû. Lê ji ber nelirêtiyên ji peywirê hatibû girtin. Her wiha derketibû holê kir Arpag serlêdanên pên kesên puanên wan têrî kar dikir betal kiribû û ji dêvla wan hevajîna xwe kiribû xebatkara bikadro.    Uzeyîr Çakir jî Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdehiyê ye. Qeyûmê berê Yaman Uzeyîr ji Stenbolê anîbû. Uzeyîr 15 salan di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de midûritiya Karên Civakî û Îdarî kiriye, lê piştî şaredarî ketibû destê CHP'ê dev ji kar berdabû û qeyûm wî anîbû Mêrdînê.    Cîgirê Sekreterê Giştî jî Ahmet Seydaogûllari ye. Seydaogûllari, di dema qeyûm Mûstafa Yaman de jî Cîgirê Sekreterê Giştî bû. Gava di Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê de midûrê şaxê bû, di 24'ê Hezîrana 2018'an de bûbû namzetê AKP'ê. Seydaogûllari kurê Seyda Şêx Selahaddîn e ku avakarê Weqfa Selahattîn Eyyûbî ye.    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Îdarî jî Abdûllah Yenîgun e. Çendî ku HDP'ê di 31'ê Adara 2019'an de şaredarî bi dest xistibû jî qeyûm Mûstafa Yaman, di 5'ê Nîsanê de zûzûka Yenîgun anîbû li şaredariyê bi cî kiribû.    MA/ Ahmet Kanbal