Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake 2021-04-14 09:01:12 RIHA - Şaredariya Sêwregê, li herêma Qerejdaxê çopên 35 taxan berhev nake. Ji ber bêhna genî bi hezaran kes bi nexweşînê re rû bi rû mane.  Li herêma Qerejdaxê ya girêdayî navçeya Sêwreg a Rihayê, çop lod bûne. Ev çop gefê li tenduristiya welatiyan dixwin. Kuçeyên 35 taxên ki şaredariyê konteynerên çopan nedane wan, ji çopan xalî nabin. Her wiha şaredarî wesayîtên çopê jî naşîne van taxan.    MIROV NEXWEŞ DIKEVIN, HEYWAN DIMIRIN    Ramazan Kizoglû ku li gundê Dehra Reş dimîne, anî ziman ku ji ber ku konteynerên çopan tune ne, mirov çopên xwe davêjin kuçe û kolanan û ev yek jî bandorek xirab li tenduristiya mirovan dike. Kizoglû, destnîşan kir ku gelek caran serî li şaredariyê dane û got: "Me ji şaredarê berê Resûl Yilmaz re got. Wî jî bi tûxleyen cihê çopan çêkir. Bi qasî du hefteyan wesayîtên çopê hatin gund. Lê paşê hew hatin. Nêzî 5 sal in çop li nava gund in. Me ji şaredariyê konteyner xwestin, lê neanîn. Mirov nexweş dikevin, heywanên me dimirin. Li her derê gund çop hene. Bi qasî dizanim rewşa 30 gundên din jî wisa ye."    ZAROK NEXWEŞ DIKEVIN    Şêniyê gundê Kevrê Ser Kevir Halît Taş jî anî ziman ku gundê wan ji çopan xalî nabe û ji ber ku zarokên wan di nav çopan de dilîzin nexweş dikevin. Taş, bilêv kir ku şaredarî wesayîtên çopê naşîne gund û got: "Ev 4 sal in wisa ye. Havîna bêhnek pir nexweş tê. Mirov nikare îdare bike. Em di nav çopan de mane. Her der mêş in."    ZILM E    Şêniyê heman gundî Mûsa Taş jî destnîşan kir ku şaredarî tu xizmetê nake û rewşa gundên derdorê hemûyan heman rewş e. Taş bal kişand ser bêhnê û mêşan û got: "Havînê em nikarin li derve rûnên. Hundir germ e, em dertên derve lê ji ber bêhnê em nikarin îdare bikin. Zarok ji ber mêşan nexweş dikevin. Heywanek min ji ber vê ava qirêj mir. Kes çopên ma berhev nake. 150 mal hene. Li gund nêzî hezar mirov hene. Ev çop bandorek nebaş li tenduristiya me dikin. Ji ber vê me heywanên xwe firotin. Ên mayî jî çopan dixwin û dimirin. Bila xizmetê bikin. Em perîşan bûne. Bila ev zilm biqede."    35 GUND DI VÎ HALÎ DE NE    Gundên çopên wan nayên berhevkirin ev in: Cewirme, Mamo, Kevirê Ser Kevir, Qazî, Aşagi Karabahçe, Qergaş, Boblan, Gulice, Qanax, Şêxolî, Îllerî, Demirçî, Tiftîl, Daşa, Darbî, Kelok, Buyuk Çavûşlû, Kuçuk Çavûşlû, Uçkûyû, Hestiyan, Gurpınar, Savûcak, Nohût, Ermelu, Çixriq, Asriçayir, Emenî, Otlek, Xêrbê Reş, Xan Xerabê, Şêxan, Xirbê Hestiyan, Teşt, Otilî, Ûzûn Ziyaret.”      MA / Bariş Polat