Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir 2021-04-14 10:09:53   MÛŞ - Şaredariya Mûşê ya ku AKP bi rêve dibe, yekane qada heşîn a weke park tê bikaranîn a li Taxa Kultur “ji bo ku bike avahiyên binê wan bidikan” dewrî Şîrketa Xizmetên Paqijiyê ya di bin banê şaredariyê kir.   Şaredariya Mûşê ya ku AKP bi rêve dibe, zeviya ji 3 hezar 809 metreqarê pêk tê û li Taxa Kultur a navênda bajêr weke qada parkê tê bikaranîn, dewrî Şîrketa Xizmetê ya Paqijiyê kir. Di biryara Civîna Meclîsa Şaredariyê ya di 1’ê adarê de hatiye wergirtin de “depoya ava vexwarinê wê di çarçoveya projeya binesaziya nû de bê bandor bimîne” weke hêcet hat nîşandan. Di biryarê de hat diyar kirin ku yekane qada heşîn “ji bo ku bikin avahiyên binê wan bidikan” dewrî şîrketê hatiye kirin.    Biryara ku bi endamên AKP’ê derbas bû endamên HDP’iyan red kirin. HDP’iyan, diyar kirin ku ji ber qadeke heşîn ku gel jê sûdê bigire tune ye firotina wê ne guncav e û li dijî biryarê derketin. Piştî biryarê li taxa ku nifûsa wê 12 hezar e kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha 2 hezar îmze hatine komkirin.    ÎTÎRAZA BIRYARÊ   Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î li dijî biryarê serî li Dadgeha Îdarî ya Herema Wanê jî da. HDP’iyan di serlêdanê de ev tişt gotin: “Bi qanûna îmarê hatiye diyarkirin ku neguhêzbarên di nava sînorên şaredariyê de cih digirin aîdî gelê ku di bajêr de dijî ye. Dive ev qad ji bo ku gel sûdê jê bigire bên bikaranîn. Ji ber vê yekê bi awayekî tîcarî bikaranîna zeviya vala ya şaredariyê ji hêla hêqiyê ve ne guncav e. Em dixwazin ku ev biryar bê betal kirin.”   Endamê Meclîsa HDP’ê yê ku ji bo îtîrazê îmze avêtî Mehmet Emîn Ozdemîr diyar kir ku ji bo biryar bê betal kirin me mafê xwe yê qanûnî bikaranî.