Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye 2021-04-14 10:25:32 AMED – Yuksel B. ku weke bersûc tevlî dosya hişbirê ya li navçeya Licê ya navê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. jî têde derbas dibe hat kirin, li dadgehê aşkera kir ku li ser navê dewletê sîxuriyê dike û got ku serkêşê sebeka hişbirê fermandarê qereqolê yê di danişîna ewil de hatiye berdane.     Di 26’ê mijdara 2019’an de li navçeya Licê ya Amedê, li ser îxbarekî di kontrola rê de di wesayîta çawişê pispor Ferhat O. de 8 kîlo û 660 gram esrar hat girtin. Piştre hatibû tespîtkirin ku esrar ji emaneta edlî ya Qereqola Cendirmeyan a Licê hatiye dizîn. Ferhat O. di îfadeyên xwe de aşkera kiribû ku Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K., çawişên pirspor Kemal T. û Osman T. jî hevkarê wî ne û her çar jî hatibûn girtin. Bi her çar leşkeran re keyayên bi navê Abdûllah Y. ve Necat Î. Hatibûn girtin.    DERKETINA HOLÊ YA SÎXÛR YUKSEL B.   Di danişîna ku di 5’e hezîrana 2020’an de hatibû dîtin Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K., bi hinceta girtina dema dirêj hatibû berdan. Di heman danişînê de ji rapora pisporan hatibû tespîtkirin ku Ferhat O. bi kesê navê “Yüksel abi Diyarbakır” ku di telefona wî de qeyd kirî bûye re axaftinên bi sûc kiriye. Piştî ji aliyê dadgehê ve gilî hatibû kirin û di encama lêpirsîna ku hatibû kirin de derketibû holê ku ev kes Yuksel B. ye.   JI BO BERDANÊ 300 HEZAR TL!   Di danişîna dawîn a dozê ya meha sibatê de Yuksel B. li danişînê aşkera kir ku sîxûrê dewletê ye û wî hişbirê daye xefaltin. Di danişînê de Yuksel B. diyar kiriye ku dadgehê dikare ji cihên eleqedar agahiyan bigire û ev agahî dane: “Min bihîst ku kesê bi navê Îbo ji bo berdana Alî B. û kurê xwe Berkant B. ku ji hişbirê girtî ne ji Ferhat O. û T.T. yê dijî derveyî doze alîkarî xwestiye. Piştî ku min rewşê hîn kir ji bo derkeve holê çûm cem Îbo. Pişte li Amedê di navbera min, Îbo, Ferhat O. û Kemal T. de hevdîtin çêbû. Di hevdîtinê de li hev hat kirin ku bi navbeynkariya Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K., 300 TL ji bo Dozgerê Komarê yê Licê M.K. bê dayîn. Lê ji ber pere nehat dayîn berdan çenebû.”   ‘SERKÊŞ FERMANDARÊ QEREQOLÊ YE’   Di berdewamê de Yuksel B. da zanîn ku Ferhat O. beriya girtinê ji bo nimûneyê mîqdarek hişbirê li Amedê aniye cem wî û ev tişt gotine: “Kesekî ku navê wî nizanim nimûneyê da. Heta dem kum in ji Ferat pirsa ku ‘Tu ji kur peyda dikî?’ kir ev bersiv da min, ‘Nasnameya xwe nîşan didim û derbas dibim’. Wê ji şevê ji Farhat hat xwestin ku 109 kîlo hişbirê bîne semta korxetê ya Amedê. Li cem Ferhat bersûc Kemal jî hebû. Ferhat û Kemal vî karî bi hev re dikin. Heta srkêşê vê bazirganiyê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. ye. Ji ber ku min ev agahî hîn kir wan îxbar kir.    ‘EZ WEKE ENDAMÊ RÊXISTINÊ TÊM ZANÎN LÊ CERDEVAN IM’   Di danişînê de Yuksel B. pirsên parêzerên bersûcên din jî bersivand û  têkildarî kesê bi navê Îbo ev agahî dane: “Îbo weke endamê rêxistinê bê zanîn jî di rastiyê de cerdevan e û weke sîxur jî navê bi kod ê “Seyda” bi kar tîne.”   Dadgehê biryara berdewama girtina her sê çawişên pispor da û daxwaz kir ku ji saziyên eleqedar bê pirsîn ku Yuksel B. sîxur an na û danişînê taloqî meha gulanê kiriye.    MA / Omer Çelîk