Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe 2021-04-14 11:13:05   AMED - Siddik Guler ê 81 salî ku li Girtîgeha Îskenderûnê tê girtin li gel ku nikare bi tena serê xwe bijî jî nayê berdan.    Li girtîgehan ji ber şert û mercên nebaş her roj hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan bi ser hezar û 500 kesî re girtiyên nexweş hene. Tê diyarkirin ku bi taybetî ji pandemiyê vir ve ji ber hîjyena kêm û tevdîr nayên girtin girtiyên nexweş bi xetereyên cidî re rûbirû ne.    Siddik Guler ê 81 salî jî yek ji van girtiyên nexweş û extiyar e. 26 sal in girtî ye û li gelek girtîgehan maye. Niha ew li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T dimîne û nexweşînên hipertansiyon û romatîzma kêmgirtî ya monikan pê re heye. Guler berê du caran emeliyata anjiyo bûye û niha li ser sendelya bi teker dijî. Tevî ku Guler nikare pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike jî li gel hemû serlêdanan jî nayê berdan.    JI REWŞA WÎ BI FIKAR IN    Keça Guler, Ayşe Guler roja duşemê bi telefonê bi bavê xwe re axivî. Ayşe Guler wiha got: “Bavê min ji ber extiyar e û nexweş e nikare li girtîgehê bimîne. Di meha sibatê de bi koronayê ket û nikaribû biaxiviya. Niha gelek nexweşîn pê re hene. Li ser sendelyayê dijî. Tedawiya wî nayê kirin. Her tim nexweş e û ji ber wî nabin nexweşxaneyê rewşa wî her ku diçe giran dibe. Em ji rewşa bavê min gelek bi fikar in. Divê bavê min û tevahiya girtiyên nexweş li tavilê werin berdan.”