Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê 2021-04-14 11:17:05   QERS - Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ji ber “Derveyî rastiyê” girtek girtibûn, li 2 polîsan gilî kiribû. Dozgeriyê derbarê 2 polîsan de biryara neşopandinê da.   Derbarê siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak de bi hêceta pirtûka wî ya bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirinê” doz hatibû vekirin. Ji ber Alinak beşdarî danişîna ewil nebûbû 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara girtinê derxistibû. Alinak jî li ser vê biryarê di 14’ê çileyê de çûbû Edliyeya Qersê û bi rêya SEGBÎS’ê îfade dabû 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê. Alinak, derbarê 2 polîsên ku têkildarî wî de weke “Li ber Buroya Înfazê hatiye girtin” girtek girtin, bi hêceta “derveyî rastiyê” giliyê polîsan kiribû.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ HAT DAYÎN   Serdozgeriya Komarê ya Qersê  ji bo giliyê derbarê K.D. û O.O. ên polîs de biryara “neşopandinê” da. Di biryarê de îfadeyên K.D. û O.O. esas hatin girtin.  Lawê Alinak ê parêzer Bişar Abdî Alinak jî îtîrazî biryarê kir. Di îtîraza ku li Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar a Qersê hatiye kirin de hat diyarkirin ku polîsê bi navê K.D. di 17’ê sibatê de bi darê zorê xwestibû destê Alinak kelemçe bike.    Parêzer Bişar Abdî Alinak, berteka xwe ya li dijî biryarê bi van gotinan nîşan da: “Hesta ‘ez li vî welatî çi bikim jî tiştek bi min nayê’ li hemû saziyan belav bûye. Ev rewş welatiyan li dijî hêzên ewlehiyê yên kêfî tevdigerin bêparastin dihêle. Riziyayîbûn bi hemû leza xwe berdewam dike.”