Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin 2021-04-14 11:24:37   EDENE – Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di serdegirtinên malan de 10 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Ceyhana Edeneyê vê sibehê polîsan bi awayek hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerin pêk anî û alavên malan serûbin kirin. Polîsan piştî lêgerînê 10 kesan binçav kirin û birin miduriyeta polîsan. Nehat zanîn ku M.K., U.M., K.E., M.Y.Ç., Î.B., M.D., M.D., O.Ç., C.B. û H.G. ji ber kîjan sedeman hatine binçavkirin.