Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e 2021-04-14 12:05:33 AMED – Îbrahîm Halîl Ercan ê li Bismilê bi îşkencekirinê hat binçavkirin bi hêceta ku çêlekên wî hene û şirîkê firinekê ye “li dijî herikîna asayî ya jiyanê ye” hat dîtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.    Di 6’ê nîsanê de leşker û tîmên taybet li taxên Dîcle, Heciya Kurda û Dûmlûpinar ên girêdayî navçeya Bismila Amedê ve girtibûn. Di serdegirtinên malan de Îbrahîm Halîl Ercan (30) bi lêdan û îşkencekirinê hatibû binçavkirin. Deriyê mala wî hatibû şikandin û lêgerîn pêk hatibû. Her wiha li hewş û axûrên wî jî lêgerîna bi kolandina kelepçeyê pêk hatibû. Di serdegirtinê de tîmên taybet heqaret li Ercan kiribûn.    KÎSIK XISTINE SERÊ WΠ   Tîmên taybet çavê wî girê didin, lê didin û kîsik dixin serê wî û gefên kuştinê lê hatibûn xwarinê. Erdan ê hatibû binçavkirin biribûn Miduriyeta Polîsan a Bismilê. Di binçavan de wêneyê Ercan ku hatibûn girtin xuya dikir ku di rûyê wî û serî wî de şopên îşkenceyê hebûn.    XWEZÛRÊ WÎ GILÎ KIRIYE    Ervan duh ji Miduriyeta Polîsan sewqî Dadgeha Bismilê hat kirin. Di girteka îfadeyên dozgeriyê de derket holê ku xwezûrê Ercan giliyê wî kiriye û di gilîkirinê de îdia kiriye ku wê zavayê wî biçe tevlî PKK’ê bibe.    GILÎKIRINA BÊBINΠ   Ercan di îfadeyên xwe de îdiayên li ser xwe red kir û diyar kir ku gilîkirina hatiye kirin bêbinî ye.    LÊGERÎN LI DIJÎ YASAYÊ YE    Parêzerê Ercan, Muslum Dalar jî parastina miwekîlê xwe kir û lêgerîna li malê û li hewşê û axûrê hatiye kirin li dijî yasayan e û li dijî îdiayên li ser miwekîlê xwe derket û xwest were berdan.    EV JÎ QEWIMÎ!   Dozger îdia kir ku sîleha çawişê pispor Huseyîn Sari yê di operasyona Garê de hatiye kuştin li mala Ercan hatiye dîtin. Dozger, 40 çêlekên Erdan ku hene û şirîkatiya wî ya firinekê “li dijî herikîna asayî ya jiyanê ye” dît û xwest were girtin.    Dadgeha Cezayê Sulhê ya Bismilê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Erdan da girtinê û şand girtîgehê.