Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’ 2021-04-14 12:09:50   COLEMÊRG - 52 parêzeran derbarê şandeya dadgehê ya ku di doza têkildarî Surmî Înce ya li Geverê de daxwazên rapora pispor û keşfa li cihê bûyerê red kirin de serlêdana “reda dadgerî” kirin.   Di 18'ê tîrmeha 2016'an de li bajaroka Xirvatê ya Gevera Colemêrgê, dema Surmî Înce xwarina zarokên xwe yên giya didûrin dibir, eskeran ew gulebaran kiribû û kuştibû. Danişîna 5’emîn a doza derbarê kuştina Înce de ku hatiye vekirin û çawîşê pispor Alî Dalgiran bi sûcdariya “kuştina bi qestî” tê darizandin di 6’ê nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hatibû lidarxistin. Dadgehê girtina bersûc Dalgiran ê beşdarî danişînê nebûbû red kiribû.    JI 52 PARÊZERAN SERLÊDAN   Parêzerên malbata Înce jî di nav de 52 parêzeran li ser vê yekê derbarê şandeya dadgehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê serlêdana “reda dadgerî” kirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku şandeya dadgehê nikare “darizandineke serbixwe û bêalî bike."  Dîsa di serlêdanê de hat diyarkirin ku îfadeyên bersûc Dalgiran ji hev negirtine û ji ber vê yekê biryara derbarê wî de ya negirtina wî bêalîbûna dadgehê reş dike. Parêzeran di îtîrazê de destnîşan kirin ku redkirina daxwaza keşfa li cihê bûyerê "li dijî hiqûq û rêbazê ye."