Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek 2021-04-14 12:47:30   ENQERE - Şandeya dadgehê bêyî beyana parêzeran xwest ku doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi dosya Kobanê ve bigihê hev û ji bo vê yekê biryara ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran re nivîs bê nivîsîn da.    Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a ku Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara berdanê dabû li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar e Umît Dede, Parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Erdal Aydemîr û rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyan beşdarî danişînê bûn. Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F bi rêya Pergala Zanyarî ya Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    DAXWAZA BI DOZA KOBANÊ VE GIRÊDANÊ   Di danişîna ku piştî tespîta nasnameyan destpêkir de şandeya dadgehê evraqên ku li dosyayê hatine zêdekirin xwend. Hat dîtin ku îdianameya Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin li dosyayê zêde kirine. Pişt re dozger xwest ku daxwaza reda dadgerî ya di danişîna beriya vê de hatibû kirin ji bo bê lêkolînkirin bibin 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran û Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin ve bê girêdan.    BEYANA PARÊZERAN NEHAT WERGIRTIN   Şandeya Dadgehê jî li ser vê yekê bêyî beyanên parêzeran bigire biryara xwe ya navbeynê aşkera kir. Şandeya dadgehê biryar da ku reda dadgerî li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê lêkolînkirin û ji bo ku bi dosya Kobanê ve bê girêdan jî biryara ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran re nivîs bê nivîsîn da. Dadgehê biryar ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran re hişt.    ‘HÛN LI GORÎ HIQÛQÊ TEVGERIYABÛNA’   Demîrtaş, piştî biryarê mafê axaftinê girt û wiha got: “Ez bawer im wê hevdîtina me ya dawî be. Dadgeha we 5 sal in min didarizîne. Ez li bendê bûm ku hûn tenê carekê li gor hiqûqê tevbigerin. Divê biryara girêdanê li cem we hatibûya girtin. Li dadgeha din hêj danişîn jî nehatiye dîtin.”   DADGEH: HÛN Ê DILŞAD BIN   Li ser gotinên Demîrtaş serokê dadgehê jî wiha got: “We her tim got ku we bêalibûna xwe winda kiriye. Em jî fikirîn ku heke hûn ji aliyê şandeyeke din vê bên darizandin wê dilşad bibin. Ji roja danişîn destpêkirî heta niha hûn dibêjin û bi alî ne wê demê bila şandeyeke din li dozê binêre.”   Şandeya dadgehê danişîn taloqî 6’ê gulanê kir.