Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da 2021-04-14 13:05:14   AMED - Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal 6 meh ceza li Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik birî û derbarê wê de biryara girtinê da.    Ji ber xebatên wê yên sendîkayî yên sala 2012'an ku Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê dikir û delegebûna wê ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), beriya niha doz li Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik hatibû vekirin. Danişîna doza Alokmen li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Alokmen tevlînebûyî de parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan amade bû.    Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya niha de pêşkeşî dadgehê kiri bû, dubare kir. Parêzerê Alokmen Bayhan derbarê esasê de parastin kir û diyar kir ku delîlên di dosyayê de ji bo sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ nabin delîl. Bayhan, anî ziman ku çalakiyên ku kirine mijara sûc hemû di çarçoveya xebatên sendîkayî de ne û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Şandeya dadgehê ji “endamtiya rêxistinê” li Alokmenê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û derbarê Alokmenê de biryara girtinê da.