Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane 2021-04-14 13:07:25   RIHA - Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ê ku malbat Şenyaşar a 37 rojin li ber Edliya Riyê nobeta “Edaletê” dewam dike, ziyaret kir, wiha got: “Ev ne edalete, hiqûqa serdestdane.”    Çalakiya nobetê ya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyê Rihayê di roja 37’emîn de, dewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar ên duh li ber edliyê rojiya xwe ya yekîn a Remezanê fitirîn, keça wê Perîhan Yuzuguldu jî bi wan re tevgeriya.    Malbata Şenyaşar a ku îro jî di saetên serê sibe de hat ber edliyê, ligel hewa gerim bû jî, li ber bariyerên sî tunebû nobeta xwe dewam kir. Malbatê, bi kaxidên li ser “Edalet” nivîsandibûn, bal kişand ser komkujiya li wan hatiye kirin.   Li aliyê din jî serdanên piştgiriyê yên ji bo Malbata Şenyşar dewam dikin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl, rêxistina HDP’ê ya Dîlokê û nûnerên Rêxistian Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Dîlokê îro Malbata Şenyaşar ziyaret kirin.   ‘HÛN EDALETÊ DIXWAZIN’   Emîn Şenyaşar, diyar kir ku ew bi rojiye, lê ligel vê jî nekariya di malê de rûne û wiha got: “Ez neçarim li vê derê rûnim. Em di meha Remezanê dene. Ez dibêjim dibe ku kurê min berdin. Me fitara xwe ya ewil duh li vê derê vekir. Ceza dan kurê min. Sê salin ez wî nabînim. Çima kesên em qetil kirin nayin girtin. Ez wan hewaliyî Xwêdê dikim.”   Perîhan Yuzuguldu ya bav û birayên wê hatin kuştin jî wiha axivî: “Her tiştî vedişêrin. 3 sal derbas bûn, gelo çima bûyerê aşkere nakin? Yên hatin qetilkirin bav û birayên min bûn. Di heman demê de yê hat cezakirin jî, birayê mine. Ger sûcê birayê min hebe, bila werin, birayên min ên din jî bigirin. Bi awayekê hovane bav û birayên min qetil kirin. Em edaletê dixwazin.”    ‘HIQÛQA SERDESTANE’   Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî, diyar kir ku ew ligel têkoşîna edaletê ya dayika Emîne Şenyaşarin û wiha axivî: “Li ber çavê her kesî berî 3 salan hovîtiyek li vê derê hat jiyîn. Ev hovîtî, kirin du dosyeyên cuda. Xizmên wekîlê AKP’ê Halîl Îbrahîm Yildiz, li ber çavên hêzên ewlekariyê komkujî kirin. Lê dozger heya roja îro dozek bi tenê jî venekiriye. Ev ne edalete, hiqûqa serdestane.”