HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist 2021-04-14 13:48:52   AMED - HDP û rêxistinên civaka sîvîl, bi armanca balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê, li Parka Koşûyolû çalakiya rûniştinê li dar xist.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û rêxistina civaka sivîl, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya 139 rojin li girtîgehan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah dewam dike, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Navçeya Rêzan a Amedê daxuyanî da çapmeniyê.    Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, endam û rêveberên TUAY-DER’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    BÎRDARÎ DORPÊÇ KIRIN   Polîsan berî daxuyaniyê, di saetên serê de Bîrdariya Mafê Mirovan dorpêç kirin. Gelek maşîneyên zirxî, wesayîtên binçavkirinê û polîs li derdora parkê hatin bicihkirin. Ketin û derketina bîrdariyê hatin girtin. Berî daxuyaniyê Kontrola Agahiya Giştî (GBT) hat kirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, bi awayekê du komî xistin çemberê.   Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, ji bo daxuyaniyê, ligel ku demek dirêj bi rayedarên polîsan re hevdîtin kir jî, lê destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn.   ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ    Ji ber ku destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn, koman bertek nîşanî vê yekê dan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Komên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bi berzkirina tilîlî û lêxistina çepikan, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hatin avêtin. Koman bi vî awayî bertek nîşanî tecrîdê dan û xwedî çalakiya greva birçîbûnê derketin.