Malbatan cenazeyên zarokên xwe yên 'şewitandî' teşhîs nekirin 2021-04-14 14:01:56   ŞIRNEX - Li herêma Bestayê cenazeyê 4 endamên HPG'ê ku di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest dane, ji ber ku hatine şewitandin ji hêla malbatên wan ve nayên teşhîskirin.    Cenazeyê 4 endamên HPG'ê ku di 11 adarê de li herêma Bestayê ya di navbera Sêrtê û Şirnexê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe hatin Şirnexê polisan îfadeyên wan girtine û ev pirs ji wan kirine: "Kî gazî we kir? Hûn ji ku ve dizanin cenazeyên we li vir in?".    Malbatên ku li morgê li cenazeyan nihêrin da zanîn ku her çar cenaze jî hatine şewitandin û kirine rewşeke ku nayên teşhîskirin. Hat ragihandin ku dozgerê Şirnexê ji malbatên ku cenazeyên zarokên xwe teşhîs nekirine ev tişt gotiye: "Ji bo ku hûn cezayên zarokên xwe bigirin serî li rayedarên bajarên xwe bidin."