Nûçegîhanên me beraet kirin 2021-04-14 14:30:24   EDÎRNE – Nûçegîhanên me Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan, di doza ku bi hinceta “bêyî destûr ketine herêma leşkerî ya qedexe” li wan hatibû vekirin de beraet kirin.    Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan, dema ku penaberên aresteyî deriyê sînorê Pazarkûleyê yê Edîrneyê hatibûn kirin şopandibûn hatibûn binçavkirin û bi angaşta “bêyî destûr ketine herêma leşkerî ya qedexe” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna doza Kaya û Sayilgan li 8’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Edîrneyê hat dîtin. Di danişîna ku Kaya û Sayilgan tevlî nebûn de parêzerên wan amade bûn. Dozger ji bo Kaya û Sayilgan ceza xwest. Parêzeran li dijî vê daxwaza dozger derketin û parastina muwekîlên xwe kirin. Heyeta dadgehê biryar ku qesta Kaya û Sayilgan a sûc tunebûye û ew beraet kirin.