Derbarê Hevseroka KCD’ê Guven de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-04-14 14:38:44   AMED - Ji ber komxebata 3 rojan a “Xebata Tifaqa Kurdistanî” derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî de lêpirsîn hat destpêkirin.   Xebata Tifaqa Kurdistanî di 18, 19 û 20’ê çileya 2020'an de li Demîr Otel a li navçeya Sûra Amedê ji çapemeniyê re bi awayekî girtî “Komxebata Yekitiya Netewî” pêk anîbû. Ji ber komxebata 3 rojan derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku niha girtî ne de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji bo komxebata bi awayekî girtî pêk hatibû û Guven lê tu axaftin nekiribû, piştî 15 mehan lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê nûçeyên derbarê komxebatê de hatine çêkirin hêcet nîşan da.   ‘JI BO ÇARESERIYÊ BÛ’   Guven a ji ber lêpirsînê îfadeyên wê hat girtin wiha got: “Têkildarî civîna ku hûn ji min dipirsin tiştek nayê bîra min. Lê ez beriya niha tevlî xebatên yekitiya netewî bûbûm. Min wê demê weke Hevseroka KCD’ê xebat bi rê ve dibirin. Di heman demê de parlementera Colemêrgê bûm. Carna weke pêkhateyên ku li ser navên kurden li erdnîgariyên cuda dijîn diaxivin me civîn li dar dixistin û di şêwirîn. Xebatên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên heremî bûn. Min propagandaya tu rêxistinan nekiriye.”