Ji dadgerê ku li Akademiya Edaletê ders dide pirtûkeke zayendparêz 2021-04-14 15:41:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgerê Lêkolînê yê Dadgeha Bilind Asim Kaya ku li Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê ders dide namzetên dadgeriyê, di pirtûka xwe de ji bo jinan gotinên zayendparêz bi kar aniye.    Dadgerê Lêkolînê yê Dadgeha Bilind Asim Kaya ku li Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê ders dide namzetên dadgeriyê, di pirtûka xwe ya “Peywira Lêpirsînkirina Bandêr a Dozgerê Komarê” de ji bo jinan gotinên zayendparêz bi kar aniye. Kaya, di pirtûka xwe de ji bo jinan ev gotin dibêje: “Jin hewl didin bala karmendên zilam bikişînin ser xwe, vê jî bi karanîna hêza jinantiyê dikin. Jin xwe li safiyê datîtinin. Dema ku îfadeyên jinan bê girtin divê mirov balder be.”