Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin 2021-04-14 15:55:52   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, diyar kir ku di 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran a Cîhanê de li dijî lêpirsînên ewlehiyê, vekişîna Peymana Stenbolê, Kod-29’ê, qeyrana aborî û xizaniyê, KHK’yan, xebitîna bê temînat û bê edaletiya baca ser xebatkaran wê bi dirûşma ‘Li dijî Hovitiya Kapîtalîst Yekitî, Têkoşîn û Piştevanî’ li qadan bin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, beriya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywanê pankarta “Em ê li dijî hovîtiyê di 1’ê Gulanê de li qadan bin” hat daliqandin. Di civînê de Serokê Şaxa Hejmara 2 ya Genel-Îş'ê ya Amedê Hasan Hayrî Eroglû axivî.    ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR ROJEVA LEZGÎN E’   Eroglû, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de li dijî mêtîngerî, polîtîkayên dijî kedê hêrsek derket holê û wiha got: “Li gel hemû zext û astengiyan û berovajîkirina rojevan bi berxwedanên biçûk û mezin hêrsek derket holê. Pêwistiya têkoşîna hevpar a bi hev re hêj weke rojeveke lezgîn xwe ferz dike.”   ‘EM Ê DI 1’Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN’   Eroglû, xwest ku hêzên ked û demokrasiyê daxwaz û hêviyên civakê bi rêxistin bikin û destnîşan kir ku di 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê de li dijî lêpirsînên ewlehiyê, vekişîna Peymana Stenbolê, bi Kod-29’ê ji kar derxistinê, qeyrana aborî û xizaniyê, KHK’yan, xebitîna bê temînat û bê edaletiya baca ser xebatkaran wê bi dirûşma ‘Li dijî Hovitiya Kapîtalîst Yekitî, Têkoşîn û Piştevanî’ li qadan bin.