Jinên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-04-14 16:09:59   ÎZMÎR - Jinên OGK’î û SKM’î yên duh li Îzmîrê hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   4 jinên Endamên Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) ku dema li ber Buroya Ragihandinê ya Serokkomariyê ya li navçeya Konak a Îzmîrê vekişîna ji Peymana Stenbolê şermezar kirin hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Gul Gok, Meryem Yildirim, Gungor Dîdar Gul û Îrem Nûr Çelîkbaş ên di çalakiyê de bi derbkirinê hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên îfadeyên xwe sewqî Edliyeya Bayrakliyê hatin kirin. Dozgeriyê bi sûcdariyên “Li dij derketina polîsan” û “Zirar dayîna malê cemaweriyê” îfadeyên jinan girt û bi şertê kontrola edlî ew berdan. Jinên ku hatin berdan peyama em dest ji Peymana Stenbolê bernadin dan.