10 Fezlekeyên din hatin Meclisê 2021-04-14 16:16:40   ENQERE – Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî di nav de derbarê parlamenterên HDP’î û CHP’î de 10 fezleke pêşkêşî Meclisê hatin kirin.    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî di nav de derbarê parlamenterên HDP’î û CHP’î de 10 fezlekeyên ku hatin amadekirin pêşkêşî Komîsyona Tevlîhev a Meclisê hatin kirin. Parlamenterên CHP’ê yên derbarê wan de felzeke hatine amadekirin navê wan wiha ne: Kemal Kiliçdaroglû, Oğûz Kaan Salici, Mûharrem Erkek, Yûnûs Emre, Velî Agbaba, Fethî Açikel, Faîk Oztrak, Ahmet Tûncay Ozkan. Ji HDP’ê jî fezleke derbarê Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Kemal Bulbul de ne.