MATUHAY-DER: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin 2021-04-14 16:56:23   STENBOL - Hevserokên MATUHAY-DER’ê yên piştî 2’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî hatin gelhev, diyar kirin ku wê li dijî tecrîdê heta dawiyê têbikoşin.   Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) piştî 2’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî bi daxwaza “Bila tecrîd bi dawî bibe, ji girtiyan re azadî” li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilarê bi gel re civiyan. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, endam û rêveberên HDP’ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) beşdarê hevdîtinê bûn.    ÊRÎŞ LI GELÊ KURD TÊN KIRN   Di hevdîtinê de ewilî Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû axivî. Pîroglû, qala çalakiya greva birçîbûnê ya ku berdewam dike kir û wiha got: “Welat di pêvajoyeke gelek zor re derbas dibe. Şewb vegeriyaye qeyraneke civakî. Desthilatê gel dîsa tenê hişt. Desthilat ji bo xwe mayînde bike zêdetir êriş dike. Li ser gelê kurd û nasnameyên din êrişeke zêde heye.”   Hevserokên MATUHAY-DER’ê yên pişt re mafê axaftinê girtin, diyar kirin ku wê li dijî tecrîdê heta dawiyê têbikoşin.