ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-15 09:00:02 * Ahmet Avci, ji ber dozên derbarê wî de ji bêgavî koçî Ewropayê kiriye. Lê belê polîsan ji hevjîna wî re gotine "divê tu ji der cînaran îmzeyan berhev bikî ku em zanibin hevjînê te ne li malê ye." Ji ber vê hevjîna wî îmzeyan berhev dike.  * Li Enqereyê jinan anî ziman ku piştî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê, fikarên wan zêde bûne. Jinan destnîşan kir ku ne bi qanûnan bi hêza rêxistinbûyî ya jinan û piştevaniyê bawer dikin.    * Li navçeya Eyyûbiyeyê şaredariyê ji bo sewalvan heywanên xwe di şikeftan de xwedî bikin, ruhseta kargehê daye sewalvanan, lê belê bi salan e rêya şikefatn çênake. Sewalvanan diyar kir ku ji ber vê eziyetê dikişîn   * Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê di meha gulanê de dest bi perwerdehiya rûbirû bike. Perwerdekarê komeleyê Omer Baran got: "Hêla wê ya aborî ne xem e, a girîng mirov tiştekî hîn bibin."    *  Havîn Omur Aydar a 2 sal û nîvî du bi nexweşîna SMA Tîp-1 ye. Ji bo baş bibe divê dermana bi navê Zolgensamayê bi kar bîne. Dêya wê Muruvvet Aydarê anî ziman ku SGK dermana Zolgensmayê nade wan û ji bo piştevaniyê bang kir.    * DÎSKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji welatiyên deynên wan ên avê hene îhtarname şandiye.    * Şaredariya Mûşê ya AKP'î, 35 dikanên aydê şaredariyê ku di sala 2012'an de hatibûn çêkirin û piştî wextekê texrîb bûbûn, daxilî nav "Rapora Fealiyetê ya Sala 2020'î" nekir.    * Gola Wanê ku bi wêneyê xwe yê ji fezayê hatibûn girtin di "Tûrnûvaya Cîhanê" ya NASA'yê de bûbû yekemîn, bi destê şaredariyan tê qirêjkirin. Şaredarî moloz, bermayiyên cihokan û malan bera nav golê didin û golê qirêjî dikin.   * Seroka nû ya Komeleya Jinan a Starê Prz. Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku ew ê bi meclîsên ji rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên bajêr hatine avakirin re, têkoşînek hevpar bi rêve bibin û got: “Em hedef dikin ku hemû jinan li hev kom bikin.”    * Danişîna yekemîn a çeteya ku li Mîlasê bi îşkenceyê fihûşe li jinan ferz kiribû li Dadgeha Ceza ya Bodrûmê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna yekemîn a V.Î. ku êrişê Avahiya HDP'ê Hatayê kiribû li 10'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Hatayê bê dîtin. (10.00-18.00)   * Danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rexistinê" li Edîtora ETHA'yê Semîha Şahin û rojnameger Pinar Gayip hatibû vekirin wê li 23'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.55)   * Meclisa Ciwanan a HDP'ê, rapora ku têkildarî rewşa ciwanan a sala 2020'an amade kiriye wê li Avahiya HDP'ê ya Stenbolê bi civîneke çapameniyê parve bike. (11.00)   * Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya "Ji xizaniya jinan re na" de wê li Aydinê hevdîtinan bike. (11.00-17.00)   * Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), bi beşdariya rêxistinên sivîl bi şîara "Em dev ji mafê xwe yê jiyanê bernadin/mirinan rawestînin" wê li Qada Ûlûsê ya Enqerê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)    * Koma Kampanya Em Dev ji Peymana Stenbolê Bernadin a Îzmîrê wê li dijî vekişandina ji peymanê çalakiya nobetê li dar bixe. (16.00)