Polîsan ji bo hevjînê wê yê koçî Ewropayê kiriye îmze pê dane berhevkirin 2021-04-15 09:06:53 MÊRSÎN - Ahmet Avci, ji ber dozên derbarê xwe de ji bêgavî koçî Ewropayê kiriye. Lê belê polîsan ji hevjîna wî re gotine "divê tu ji der û cînaran îmzeyan berhev bikî ku em zanibin hevjînê te ne li malê ye." Ji ber vê hevjîna wî îmzeyan berhev dike.  Ahmet Avci par ji ber sedemên siyasî ji bêgavî ji Mêrsînê koçî Ewropayê kiriye. Ji ber vê di 4 mehan de polîsan 4 caran avêtiye ser mala wî. Polîs di avêtina ser malê de ji hevjîna wî û zarokên wî pirsa ku "bavê we li ku derê ye?" kirine û gotine heger wî zevt nekin dê hevjîna wî Sabîha Avci bigirin.    Ahmet Avci bi navê "Zarokekî Efrînî Me" helbestek nivîsandiye û ji ber vê helbestê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê wî de îdianame hatiye amadekirin û tê xwestin 4 sal û 3 meh ceza lê bê birîn û her wiha bi îdiaya "heqareta li serokkomar" jî tê xwestin 2 sal ceza lê bê birîn. Avci, ji ber van dozan ji bêgavî koçî Almanyayê kiriye.    ÎMZE BERHEV KIRIN    Piştî ku Avci diçe Almanyayê, bi demekê polîs davêjin ser mala wî û hevjîna wî Sabîha Avci (40) jî ji wan re dibêje hevjînê wê çûye derveyî welêt. Lê belê polîs dîsa jî hema bibêje her meh davêjin ser malê û gefê li maliyan dixwin. Herî dawî roja duşemê (12'ê Nîsanê) polîs cardin avêtine ser malê. Polîsan ji Sabîha Avci re gotiye: "Heger tu cihê hevjînê xwe nebêjî, em ê ji dêvla wî te bigirin." Avci jî ji wan re dibêje dev ji wê û zarokên wê berdin, lê polîs jî dibêjin "Nexwe divê tu ji cînaran îmzeyan berhev bikî ku em zanibin hevjînê te çûye derveyî welêt." Piştî vê Sabîha Avci diçe cem 19 cînarên xwe û îmzeyan berhev dike. Lê çendî ku îmze berhev kirine û rê polîsan daye jî, polîsan cardin dev ji zext û zoriyên xwe bernedaye.   ‘ÊDÎ BES E’   Avci got: "Bila bela xwe ji me vekin. Bila me nerihet nekin. Gava tên zarokên min ditirsin. Her wiha cînar jî şaş fêm dikin. Êdî bes e, bila bes werin."