Qeyûm ji welatiyan re got: Em ê we bidin ber îcrayê 2021-04-15 09:06:59 AMED - DÎSKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji welatiyên deynên wan ên avê hene re îhtarname şandiye.  DÎSKÎ'ya ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, îhtarname ji welatiyên deynên wan ên avê hene re şand. Di îhtarnameyê de hatiye diyarkirin ku heger deyn di nav 10 rojan de deyn neyê dayîn dê wan bidin ber îcrayê.    Qeyûm di Çileya 2020'î de fiyetê avê di navbera ji sedî 35-330 de biha kiribû. Piştî vê bi demekê jî li navend û navçeyan di navbera ji sedî 24,82 û 112,40'î de heqê avê cardn biha kiribû.